Li taxeke Şamê avahiyek hilweşiya

Li taxa Tedamon a Şamê duh êvarê avahiyeke 3 qatî hilweşiya. Tê payîn ku gelek avahiyên din jî hilweşin ku di encama êrişan de xisar lê çêbûye.

Li taxeke Şamê avahiyek hilweşiya
28 kanûn, 2023   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Daîreya Xizmetguzariyê ya Şamê Rîma Cûriye got di encama hilweşîne de tiştek bi kesekî nehat, ji ber ku avahi hatibû valakirin.

Werşeyên girêdayî daîreyê jî bermahiyên avahiya hilweşiyayî rakirin û xebatên rakirina kavilan dê piştî betlaneya sersalê berdewam bikin.

Di 2 mehan de ev bûyera duyemîn e ku li heman taxê rû dide. Beriya wê di 13`ê Mijdarê de avahiyeke 6 qatî hilweşiyabû û di encamê de 14 kes birîndar bûbûn.

Hemwextî hilweşîna avahiyê, waliyê Şamê biryara hilweşandina 150 avahiyan derxistibû.

(şx)