Ji Sazmanî Xebat daxuyanî: Em ê tola şehîdên xwe hilînin

Sazmanî Xebat a Kurdistanê ya Îranê diyar kir ku di êrişa bi dronan a li dijî baregeha Hêzên Pêşmergeyan a li Başîk de 2 pêşmerge şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn û got “Em ê tola kiryarên rejîmê ya li dijî gelê Kurd, Îranê bi têkoşîna bê westan hilînin.”

Ji Sazmanî Xebat daxuyanî: Em ê tola şehîdên xwe hilînin
13 adar, 2026   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Sazmanî Xebat a Kurdistanê ya Îranê têkildarî êrişa li ser baregeha xwe daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de heta ragihandin ku di saetên piştî nîvroyê rejîma Îranê bi dronan êrişî yek ji baregeha Hêzên Pêşmergeyên a li Başîk 2 pêşmergeyên wan ên bi navê Îqbal Salihî yê xelkê bajarê Saqiz û Ferxedîn Mûradî yê bajarê Sine şehîd bûne.

Di dewama daxuyaniyê de hete diyarkirin ku 4 pêşmergeyên wan ên din jî birîndar bûne.

Di dewama daxuyaniyê de sersaxî ji bo malbatên şehîdan û hevrêyên xwe re xwestin û şifaya xêrê jî ji birîndaran re xwest.

Herî dawî di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em ê tola kiryarên  rejîmê ya li dijî gelê Kurd, Îranê bi têkoşîna bê westan hilînin.”