Bi dronan êrişî baregeha pêşmergeyan hat kirin: 2 pêşmerge şehîd bûn

Bi dronan êrişî baregeheke Hizba Sazmanî Xebat a li sînorê Berdereşê hate kirin, di encamê de 2 pêşmerge şehîd bûn û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûn

Bi dronan êrişî baregeha pêşmergeyan hat kirin: 2 pêşmerge şehîd bûn
13 adar, 2026   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, îro di saetên êvarê de bi dronan êrişê baregeheke Hizba Sazmanî Xebat a Kurdistanê a li sînorê Berdereşê hate kirin.

Rojnewsˊê diyar kir ku di encama êrişê de 2 pêşmerge şehîd bûne û hejmarek pêşmerge jî heta niha hejmara wan bi zelalî nayê zanîn birîndar bûne.

Navên pêşmergeyên ku di êrişê de şehîd bûne, Îqbal Salçûr û Fexredîn Mûradî ne.