Ji MSD’ê banga"Li hemberî êrişan bisekinin"

MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir ku di yek rêzê de li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Ji MSD’ê banga"Li hemberî êrişan bisekinin"
15 ÇILE, 2024   18:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek nivisîkî weşand.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî hatin şermezarkirin. Hate diyarkirin ku êriş qanûnên navneteweyî binpê dike û gefeke xeternak li ser ewlehî û aştiya herêmê çêdike.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî, DYA û federasyona Rûsyayê ya li hemberî êrişan jî hatin şermezarkirin û hate gotin, bêdengiya li hemberî van sûcan paşguhkirina nirxên mirovî û rêgezên bingehîn ên edalet û mafên mirovan e.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li herêmê terorê dike û hate gotin: "Bi van êrişan armanc dike ewlehiya herêmê xirab bike, tevliheviyê çêbike û DAIŞ zindî bike. Her wiha armanc dike herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, qirkirina etnîkî û guhertineke demografî pêk bîne."

Di daxuyaniyê de bang li dewleta Sûriyeyê û welatên Ereban hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi dih bînin " Ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê û bandorên wê yên xeternak ên li ser ewlehî û hebûne Erebî bixebitin."  Bang li DYA û Federasyona Rûsyayê jî hat kirin ku ji bo parastina maf û jiyana welatiyan tedbîrên bi lez bigirin, roleke çalakî di Konseya Ewlekariyê de bilîzin û hesab ji dewleta Tirk bipirsin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyeyê hat kirin ku di rêzekê de li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk d bisekinin. Bang li tevahî gelên piştevanên dozên rizgariyê hat kirin ku "Li hemberî Nazîzma Tirk a nû ya ku zilm û dijminatiya li mirovahiyê zêde dike, dengê xwe bilind bikin."

(bb)