Hêzên Ewlekariyê bîlançoya êrîşên 2 rojan eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker a 2 rojên dawî eşkere kir û destnîşan kir ku ew ê erka xwe ya parastina herêmê bidomînin.

Hêzên Ewlekariyê bîlançoya êrîşên 2 rojan eşkere kir
15 ÇILE, 2024   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker a 2 rojên dawîn eşkere kir.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li gorî qanûnên navneteweyî êrişên li ser qadên sivîlan, binesazî û navendên xizmetguzariyê sûcên şer in. Hate diyarkirin ku  dewleta Tirk a dagirker di 2 rojên dawîn de bi balafirên şer, balafirên bê mirov ên bi çek û bi obîsan bi dehan navend û cih bombebaran kirin.

Li gorî daxuyaniyê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker a 2 rojên dawîn wiha ye:

Stasyona petrolê ya Ude, stasyona Siwêdiyê ya xaz û kehrebeyê, 11 bîrên petrolê

Stasyonên kehrebeyê yên li Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbespiyê, Qamişlo, Kobanê, Eyn Îsa û Rimêlan.

Aşxaneya Dirbas a li Amûdê, navenda Temwînê ya li Dirbêsiyê, navenda çandiniyê ya li Tirbespiyê û depoyên genim ên li gundewarê Til Temirê.

Şirketa Nêrgiz a li gundewrê Qamişlo, depoyeke pêdiviyên avahaziyê, bendava Başûtê ya li gundewarê Dêrikê, çewilka sewalan a li gundewarê Kobanê, depoyeke genim li Kobanê, kargeha helawê û tehînê ya li Qamişlo, dibistana fêrkirina ajokariyê ya li bajarokê Girbawî yê li gundewarê Qamişlo û holeke şahiyan li Dirbêsiyê.

Gundên Gir Dahol, Gir Şêran, Gir Kendal, Şirk, Berkevirê, Quneytîra, Şamsûr, Heremê Şêxo, Xatûniyê, Um Kêf, Til Tewîl, Esediyê, Dada, Ebdal û Mişêrfê yên Kantona Cizîrê.

Gundên Xirbêsan, Şêx Çoban, Çelebiyê û Eyn Îsa yên Kobanê.

Gundên Minix û Eyn Deqnê yên Şehbayê, mala welatiyê bi navê Xalid Hiso hat bombebarankirin.

Di êrişan de jinek û 2 zarok jî di nav de 6 sivîl birîndar bûn.

Bendên me jî hatin hedefkirin. Li Eyn Îsayê 2 bend, li gundewarê Qamişloyê bendek, li gundewarê Tirbespiyê bendek û li gundewarê Dêrik jî bendek hatin bombebarankirin. Sê caran li Asayîşa Qamişlo xistin. Cihên ku hatine lêdan nivîsgeha karûbarên girtiyan,  cihê perwerdeya polîsên civakî û cihê ku girtî lê diman e. Ji ber êrîşan zirar gihîştiye girtiyan û girtîgehê. Êriş berdewam dikin.  

Li hember van êrişan em ê zêdetir li ser erkê xwe bin û biryardariya me ji bo pêkanîna erkên me hê zêdetir dibe."

(bb)