Ji Şehbayê peyama berxwedan û hevgirtinê

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker peyama hevgirtin û berxwedanê dan.

Ji Şehbayê peyama berxwedan û hevgirtinê
Ji Şehbayê peyama berxwedan û hevgirtinê
Ji Şehbayê peyama berxwedan û hevgirtinê
Ji Şehbayê peyama berxwedan û hevgirtinê
Ji Şehbayê peyama berxwedan û hevgirtinê
Ji Şehbayê peyama berxwedan û hevgirtinê
Ji Şehbayê peyama berxwedan û hevgirtinê
15 ÇILE, 2024   18:31
ŞEHBA

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Xwepêşandanê ji çerxerêya navçeya Ehdas dest pê kir. Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsên "Bi berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi teqez em ê bi serkevin", "Berxwedan jiyana azad e", "Bêdengiya navneteweyî dibe sedema karesateke mirovî li dijî gelan", "Erdogan qatil e", "Em dixwazin qada hewayî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were girtin" û "Qatil Erdogan" hatin vekirin.

Xwepêşandan li Parka 4’ê Nîsanê rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin. Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Zelûx Bekir axivî û got: "Armanc ji van êrişan lawazkirina ruhê berxwedanê yê gelê me ye, lê belê ew êriş berxwedana me lawaz nakin. Em ê bi hevgirtina xwe êrişan têk bibin."

Zelûx Bekir bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li hember van êrişan helwesteke cidî nîşan bidin.

Xwepêşandan bi siloganên "Na ji dagirkeriya Tirk re" û "Bijî berxwedanê Şehbayê" bi dawî bû.

(mh)

ANHA