Ji KCDˊê hişyarî: Em ê nehêlin hûn êzidiyan bikin qurbana berjewendiyên xwe

KCD'ê der barê gefên li ser êzidiyan de PDK'ê hişyarî kir û wiha got: "Em ê nehêlin hûn êzidiyan bikin qurbana berjewendiyên xwe."

Ji KCDˊê hişyarî: Em ê nehêlin hûn êzidiyan bikin qurbana berjewendiyên xwe
11 tebax 2024   20:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî Êzidiyên ku ji ber gefên li ser wan hatine kirin neçar man ji kampên PDK'ê birevin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bêdengî hevpariya komkujiyan e."

ÊRÎŞÎ STATUYA ŞENGALÊ DIKIN

Di daxuyaniya KCD’ê de ev tişt hatin parvekirin: “Civaka Êzidî ya ku 73 caran rastî fermanan hatin û 73 caran li ber çavên cîhanê hatin qetilkirin, îro jî bi heman gefê re rû bi rû ne. Piştî fermanê gelek Êzidî koçber bûn, hinek çûn Ewropayê, hinek vegeriyan Şengalê û hinek jî di nava şert û mercên xerab de li kampan dijîn. 150 hezar Êzidiyên ku li Herêma Kurdistanê di bin zexta PDK’ê de dijîn, ji ber daxuyaniyên pêşmergeyê berê Kasim Seho bi qirkirinê re rû bi rû ne. PDK a ku di fermana 73’an de Êzidî di destê çeteyên hov ên DAÎŞ’ê de hişt, îro jî hewl dide Şengalê bê statu bihêle.

PDK HATE HIŞYARKIRIN

Weke KCD em PDK'ê hişyar dikin û dibêjin em ê nehêlin hûn Êzidiyan bikin qurbana berjewendiyên xwe. Axa Kurdistanê li derveyê çarçoweya PDK’ê ye. PDK ji aliyekî ve axa Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dike, ji aliyê din ve jî bi hevkariya dagirkeran re gefê li destkeftiyên gelê Kurd dixwe. Dîrok wê şerma PDK'ê ya ku Êzidî li hemberî DAÎŞ'ê neparastin û reviya binivîsîne. Wê yên ku civaka Êzidî û rûmeta mirovahiyê parastine jî binivîse. Gelê me wê vê helwesta PDK'ê şermezar bike. Bi vê armancê em bang li civaka navneteweyî û hêzên navneteweyî dikin ku li hemberî vê rewşa ku bûye sedema komkujiyeke nû helwesteke zelal nîşan bidin û bêdeng nemînin. Bêdengî hevkariya komkujiyan e. Civaka Êzidî ji ber bêdengiyê bi 73 fermanan re rû bi rû man. Em bang li hemû gelê xwe yê Kurdistanê, partî, rêxistin û saziyên sivîl dikin ku li dijî van êrîşan careke din têkevin nava liv û tevgerê.”