Li Kobanê bi hezaran kes ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşê de peyama "Rêber Apo ji bo jinan hêviya azadiyê ye"hat dayîn.ر

3 gulan, 2025   13:15
KOBANÊ

Meş ji aliyê Kongra Star ve bi dirûşma " Rojek bi jiyana azad re diyalok” " hat birêxistinkirin. Endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, tevgerên jinan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî di nav de bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tev li meşê bûn.

Meşê ji qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hatin hildan. Girseya gel bênavber dirûşmên "Bêjî Serok Apo","Bê Serok jiyan nabe" û "Berxwedan jiyan e" berz kirin.

 Meş heta qada Şehîd Egîd dewam kir û li vir deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama Koordînasyona Kontra Star a Kantona Firatê Macîde Hiso wiha axivî û got: "Em berxwedana Rêber Apo ya di zindana Îmraliyê de silav dikin. Gel xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirine, ji ber vê yekê divê hemû gel rabin ser piyan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin. Mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan li gel Rêber Apo ye."

Di berdewama axaftinê de Mecîde Hiso desnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelên cîhanê hêvî û giyan e û wiha got: "Rêber Apo ji bo gelan hêvî ye û ji bo jinan jî azadî ye. Rêber Apo ji bo pirsgirêka di Rojhilata Navîn re çareserî ye. Helbete çawa ku em dibêjin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêwîst e divê her kes xwedî li banga aşitî, wekhevî û edaletê derkeve."

Meş bi dirûşma “Bê Serok Jiyan nabe” , “Bijî Serok Apo” û  "Jin Jiyan Azadî "bi dawî bû.

(sş/bb)

ANHA