Efserekî hikumeta Şamê li Helebê hate kuştin

Efserekî hikumeta Şamê ji aliyê sekvanekî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li gundewarên Helebê hate kuştin. Her wiha hêzên hikumeta Şamê balafireke xwekuj a çeteyan li Hemayê xiste xwarê.

Efserekî hikumeta Şamê li Helebê hate kuştin
8 nîsan, 2024   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên hikumeta şamê balafireke bêmirov a xwekuj a çeteyên Tehrîr El Şam li eniya Meşarî ya li herêma Sehil El Xab a rojavayê Hemayê xistiye xwarê.

Her wiha li eniya rojavayê Helebê efserekî hikumeta Şamê bi guleya sekvanekî çeteyên Fetih El Mubîn hate kuştin. Hate ragihand ku efser ji taxa El Werd a bajarê Himsê ye.

(şx)