Ji Gerîla TV dîmenê operasyona şoreşgerî

Gerîla TV beşek ji dîmenên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan a li Zapê weşand.

Ji Gerîla TV dîmenê operasyona şoreşgerî
29 sibat, 2024   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîla TV beşek ji Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan ku di 17'ê Sibatê saet 12:50'î li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hate lidarxistin, weşand.

Di dîmenan de tê dîtin ku gerîla xwe ji ser têlan çeng dikin û kamerayên mobesse îmha dikin.

Gerîla bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' çeperan yek bi yek bi dest dixin. Gerîla dest datînin ser çek û alavên leşkerî yên leşkerên Tirk û li dijî wan bi kar tînin

Gerîla ku temamiya baregeha artêşa Tirk bi dest dixin, wiha dibêjin, "Fermana Mûrat Karayilan e: Leşker ya tu yê biçe ya jî tu yê b

Gerîla baregeha leşkerên Tirk didin ber agir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser çalakiyê hatibû gotin, "Yek jê serpel 37 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin cezakirin, gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin û yên mayî jî hatin îmhakirin."