Li Şamê 2 milîsên Hizbullahê hatin kuştin

Di bombebarana Îsraîlê ya li dijî gundewarên Şamê de 2 milîsên Hizbullaha Lubnanê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Li Şamê 2 milîsên Hizbullahê hatin kuştin
29 sibat, 2024   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku duh artêşa Îsraîlê 2 avahî li mezrayeke di navbera Huceyra û Seyda Zeyneb ên Şamê de û navenda perwerdeyê ya milîsên Îranê ya li ser rêya Bîbla-Seyda Zeyneb de bombebaran kirine.

Li gorî SOHR`ê di êrişê de 2 milîsên Hizbullaha Lubnanê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûne û gelek jî winda ne.

SOHR`ê ragihand ku ji destpêka salê ve Îsraîlê 17 caran herêmên Sûriyeyê kirine hedef. Di encamê de 36 depoyên çekan, cebilxane, baregeh û wesayît hatine rûxandin.

Her wiha 37 kes ji hêzên leşkerî hatine kuştin û 19 jî birîndar bûne. 9 şênî jî hatine kuştin.

(şx)