Hikmet Hebîb: Dewleta Tirk a dagirker ewlehiya herêmê û koçberkirina şêniyan dixwaze

Hevserokê Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike. Hebîb bang li gel û pêkhateyên herêmê kir ku li hember êrişan li ber xwe bidin.

Hikmet Hebîb: Dewleta Tirk a dagirker ewlehiya herêmê û koçberkirina şêniyan dixwaze
29 sibat, 2024   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmê didomîne. Duh balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker 4 erebe li ser rêya Dêrikê bombebaran kirin. Di encamê de 3 endamên Hêzên Sotoro şehîd bûn û 8 jî birîndar bûn. Di nav wan de 5 sivîl hene ku rewşa wan xetere ye. Her wiha zirarên madî li dikanên nêzî cihê hedefgirtinê hatin.

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Cizîrê Hikmet Hebîb têkildarî mijarê wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker hîna herêmên me bi rêbazên cuda topbaran dike. Li ber çavên civata navneteweyî, Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî binesaziya herêmê, kesayet û hêzên şerê terorê û DAIŞ`ê kirine, dike hedef."

Hebîb wiha domand: "Vê dawiyê dewleta Tirk a dagirker dîsa 4 erebe li herêma Dêrikê bombebaran kir. Ew ji vê bombebaranê armanc dike, ewlehiya herêmê têk bibe. Ruxmî ku hêzên navneteweyî soz dan ku dê êrişên Tirkiyeyê rawestînin. Lê belê dewleta Tirk qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike."

Hebîb destnîşan kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û pêkhateyên herêmê dê li hember van êrişan bisekine û bang li saziyên navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê û dewletên destwerdana Sûriyeyê kirine, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê kir ku êrişan rawestînin.

Hebîb wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide ku ewlehî li herêmê pêk neyê û şêniyên wê koçber bibin, lê belê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji malên xwe dernakevin. Li hemberî êrişan xwepêşandanan li dar dixin. Li ser vê esasê em bang li pêkhateyên Sûriyeyê dikin ku li hember êrişan bisekinin.

Hebîb di dawiyê de got: "Pêkhateyên herêmê avakirina projeya xwe ya demokratîk li Sûriyeyê didomînin."

(şx)

ANHA