Ji endazyarekî çandiniyê hin şîret

Endazyarê çandiniyê diyar kir ku bilindbûna pileya germê dibe sedema ku çandinî ziwa bibe û bişewite û hin caran jî dibe sedema belavûna nexweşiyan di nav çandiniyê de. Endazyar ji bo parastina çandiniyê hin şîret vegotin.

Ji endazyarekî çandiniyê hin şîret
31 gulan, 2026   04:15
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Endazyarê çandiniyê Hatim El Turbe anî ziman ku di havînê de pileya germahiyê bilind dibe û dibe sedema ku zevî ziwa bibin û bişewitin.

El Tube got: "Di hezîranê, tîrmeh û tebaxê de pileya germahiyê bilin dibe û gelekî bandor li daran û şînkayî dike. Ji bo nebat ji germahî û nêmê werin parastin dibe pê re mijûl bibin û hay jê hebin."

El Turbe anî ziman ku zevî divê demsala havînê bi awayekî sîstematîk werin avdan û wiha dom da axaftina xwe "Avdanî di saetên sibehê yên zû yan jî piştî tav hiltê tê kirin. Bi taybet sebze meha tîrmehê û tebaxê divê di van saetan de werin avdan. Dar jî heftê carekê were avdan. Di germahiyê de zevî, dar û nebat nayên avdan. Dikarin derdora dar û hemû nebatan bikolin da ku wan ji germahî û nêma zêde biparêzin."

Ji bo gubra jî El Turbe diyar kir ku cotkar dikarin cureyê gubrê yê NPK ji bo darên fêkî mîna darên hinar, sêv û zeytûnan bi kar bînin. Nabe ku demsala havînê gubreya yuriya û cureyên dîtir ên gubrê bikar bînin. Ji ber rêjeya xwê ya potasiyom û megnîzyom zêde ye. Dikarin van cureyên gubreyê demsala zivistanê bi kar bînin.

Ji bo nexweşiyan jî El Turbe wiha got: "Demsala havînê ji ber hinek cureyên lawiran lekeyên biçûk dikevin sebzeyan. heke gubreya nîtrojenê were bikar anîn, karanîna wê rawestînin, û balê bikişînin ser zêdekirina nîtrata potasyûmê bi ava avdanê re.

 Ji bo garis, pembû, fûl, kuncî û gulberoj werin dermankirin divê bi qasî 10-12 kg potasyom têxin nava avê û av bidin."

Endezyar Hatim El Tube di dawiya gotinên xwe de wiha got: "Demsala havînê ji bo tu nebatan biparêze divê tu hay jê hebe. Bila her tim sî li ser wan hebe, di sîh de werin avdan û ji nexweşiyan biparêzin."

(np)

ANHA