Naya ya 12 salî ji mûm û cebsînê hunerên bedew çêdike

Naya Îliyo ya 12 salî bi desteka malbatê hunera çêkirina peykeran pêk tîne û beşek jê jî di pêşangehekê de pêşkêş kiribû. Naya  hewl dide vê hunerê pêş bixe û firehtir bike.

Naya ya 12 salî ji mûm û cebsînê hunerên bedew çêdike
31 gulan, 2026   05:05
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Naya Silêman Îliyo ya 12 salî zarokeke Suryan ji bajarê Qamişlo ye. Naya bi malbata xwe re li taxa Erbewiyê ya bajêr dijî. Dema li ser medya dijîtal lêgerîn dikir, çêkirina peykerên sembolîk ên ji cebsînê û mûman bala wê dikişîne. Li ser vê yekê destek ji dayîk û bavê xwe xwest. 

Naya ku îsal (2026) dest bi vê xebata hunera destan kiriye, ji mûm û cebsînê hunerên cuda wekî; hêk, çêçik, Meryem El Ezra, keroşk  ku sembolên ola wê ya Xiristiyan nîşan didin, çêdike. Naya zêdetir ji rengên cejinê (ên şînkayî û berhemên wê) hez dike, lewma heman rengan di hunera xwe de bi kar tîne.

Nayayê bi piştgiriya heval û dayîka xwe beşdarî pêşangeha karên destan bibû ku 25‘ê Adara îsal anku beriya Cejna Paskalyayê ji hêla Yekitiya Jinan a Suryanan ve li Qamişloyê hatibû vekirin.

Naya dibêje ku xaltîkên wê û malbata wê pê re dibin alîkar û tîn ziman ku ew ê xebatê xwe berfirehtir bike.

(bb)

ANHA