Cotkar ji ber buhayên pêdiviyên çinînê bi gazinc in

Cotkarên herêma Çilaxayê ji ber buhayên kîsên xişxişkî û ta gazincan dikin û dibêjin buhayên wan ne sabît in.

Cotkar ji ber buhayên pêdiviyên çinînê bi gazinc in
4 hezîran, 2026   05:55
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Piştî ku mewsima îsal dest pê kir cotkarên herêma Çilaxa ya Cizîrê kîsên xişxişkî û ta kirîn. Cotkaran dibêjin ku buhayên wan ne sabit e û her tim tê guhertin.

Saziya Giştî ya Bazirganî û Depokirina Dexlê ya girêdayî hikumeta demkî buhayên kîsên xişxişkî û ta diyar kiribûn. Li gorî saziyê buhayê 100 kg kîsan bi 230 lîreyên Sûriyeyê yê nû ye. Her wiha buhayê kîsên hatine bikaranîn diyar kiribûn. 100 kg kîsên hatine bikaranîn jî bi 120 lîreyê Sûriyeyê yê nû ye.

Li bazarê buha ne sabît in. Her bazirganek li gorî xwe buhayan diyar dike. Berî ku mewsim dest pê bike buhayê kîsekî derdora 85 sentan bû û piştî ku mewsim dest pê kir buhayê kîsekî bû 2 dolar û 15 sent. Li hin dikanan kîsek gihaştiye 2 dolar û 17 sentan û tê payîn ku di rojên pêş de bihatir bibin. Her wiha buhayê bekereyeke ta bûye derdora 2 dolar.

Cotkarê Nîdal Abdullah ê 30 donim erdê wî heye, got ew li benda mewsimê bû lê texmîn nedikir ku pêdiviyên çinînê ew qasî biha bin.

Abdullah got: "Min kedeke mezin da û ez li benda mewsimê bûm. Bi taybet piştî salên dirêj baran bariye û em kêfxweş bûbûn. Lê piştî ku buhayê genim diyar kirin (tonek bi 46 lîreyê Sûriyeyê) û 100 kg kîs bi 2 dolar û bekereyeke ta bi 2 dolaran li bazarê tê firotin, em gelekî aciz bûn. Em ji aliyên têkildar dixwazin buhayêa kîs û ta sabit bikin û bazaran kontrol bikin."

Bazirganê li bazara Çilaxayê Ciwan Sefo têkildarî buhayên ta û kîsan ji ajansa me re axivî û got: "Saziyên Dexlan ên Rêveberiya Xweser berê bi cotkaran re dibûn alîkar. Buhayê pêdiviyên cotkaran guncaw bûn. Niha rewş guheriye û Saziya Dexlan bi hikumetê ve hatiye girêdan. Em niha hemû pêdiviyan ji bazirganên Heleb, Laziqiyê û Şamê digirin. Berê bazirganan kîloya kîs bi 92 sentan dikirî û bi 94 sentan difirot, lê niha kîs û ta gelekî biha bûne.”

Her wiha Sefo got: “Li bajarên wekî Heleb, Laziqiyê û Şamê bazar ne di bin kontrolê de ne û bazirgan li gorî xwe buhayên kîs û ta diyar dikin. Piştî ku mewsima rakirina genim dest pê bike dibe ku kîsek bibe 3-4 dolarê amerîkî. Ev yek dê bibe sedem bazirgan ziyaneke mezin bibînin.”

(np)

ANHA