Ji bo xweparastina ji nexweşiyên demsalî hin şîret

Ji bo xweparastin û pêşîlêgirtina nexweşiyên demsala zivistanê, bi taybet nexweşiyên singê û pergala bêhnvedanê, bijîşkekî pisopr hin şîret û agahî dan.

Ji bo xweparastina ji nexweşiyên demsalî hin şîret
Ji bo xweparastina ji nexweşiyên demsalî hin şîret
Ji bo xweparastina ji nexweşiyên demsalî hin şîret
Ji bo xweparastina ji nexweşiyên demsalî hin şîret
Ji bo xweparastina ji nexweşiyên demsalî hin şîret
2 kanûn, 2024   04:10
REQA
ENES MIHEMED

Bijîşk Seîd Îsmaîl destnîşan kir ku guherînên demsalî yên wekî daketina pileya germahiyê dibe sedema zêdebûna nexweşiyan.

Îsmaîl diyar kir ku li gorî rapora demsalî ya taybet, heta niha zêdebûneke berçav a van nexweşiyan tune ye, lê nexweşiyên demsalî yên wekî grîp û sermayê zêde dibin.

Dr. Seîd Îsamîl diyar kir ku virûsa enfilwenza yek ji nexweşiyên ku bi mirovan re hene, pêwîst e mirov ha ji xwe hebin.

Dr. Seîd Îsmaîl ji bo xweparastinê û pêşîlêgirtina nexweşiyên demsalê ev şîret dan:

1- Di serî de zarok, divê  derziya gripê bi rêkûpêk werin standin.

2- Ji bo xurtkirina sîstema parastinê bi têra xwe tiştên rehn, sebze û fêkî bixwin.

3- Serî û guh baş binixumînin û cilên germ li xwe bikin, bi taybetî ji bo zarokan.

4- Eger nîşaneyên giran ên nexweşiyên wek germahiya bilind an kuxika berdewam xuya bikin serî li bijîşkan bibin.

Xebatkara tenduristiyê ya beşa alîkariyên lezgîn li Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê Fadya El Casim diyar kir ku nexweşiyên demsalî yên wekî serma û nexweşiyên zik, bi guhertinên avhewayê yên di navbera demsalan de (havîn-payîz) û (payîz-zivistan) de zêde dibin.

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Reqayê van deman guh dide perwerdeya tenduristiyê çi bi rêya medyaya civakî û çi bi rêya belavkirina belavokên hişyariyê li dibistan û navendên giştî.

(k)

ANHA