Şêniyên Şedadê berê xwe didin çandiniya li malan

Welatiyên li bajarê Şedadê li erdên biçûk ên li ber malên xwe şînahiyên zivistanê diçînin. Ji ber ku ava herêmê şor e sûdê ji ava baranê werdigrin û awayên nû yên avadaniyê bikar tînin.

2 kanûn, 2024   06:10
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Li bajarê Şedadê û gundewarê wê yên kantona Cizîrê pirsgirêka ava şor heye, ku ava binerd ya herêmê şor e, ji ber herêm hêzîkî navenda derxistina xwê ya li Cibsa ye ku  15 kîlometre dûrî bajêr e, lewma çandinî zehmet e.

Welatiyên herêmê ji bo peydakirina ava şêrîn, demsalên zivistanê ava baranê ji ser banên malan kom dikin û dixin embrên avê.

Lê destpêka zivistanê berî ku baran bibare, welatî neçar in ku ava şîrîn bikrin da ku şînahiyên xwe av bibin. Ji ber ku av buha ye, welatî rêbaza avdaniya bi dilopan bikar tînin da ku ava zêde xerc nekin.

HIN NIMÛNEYÊN SERKEFTÎ

Ela El Hemed ji gundê El Herîrî ku 5 kîlometre dikeve rojhilatê bajarê Şedadê, diyar kir ku wî di van salên dawî de qadeke bi qasî 250 metre çargoşe li ber mala xwe ji bo çandina berhemên zivistanê yên wekî fûl, îspenax, pîvaz û tivir veqetandiye.

El Hemed destnîşan kir ku ew çandiniyê bi ava baranê û ya sehrîcan av dide, lê dema ku pêwîstiya avê zêde dibe, ew neçar dibe ku ava bîrê ya şor bikar bîne, lê ew hindik ava şor bikar tîne da ku bandorê li çandiniya wî neke.

Li gundê Becdelî yê li rojhilatê bajarê Şedadê welatiyê bi navê Hesen El Mixlif ji bo ku pêdiviyên malbata xwe peyda bike vê rêbaza çandiniyê bikar tîne.

El Mixlif diyar kir ku pêwîst e welatî erdên biçûk li ber malên xwe biçînin û awayên nûjen yên avdaniyê bikar bînin da ku pêdiviyên xwe peyda bikin.

Nûmûne û rêbazên çandiniyên  ku vê dawiyê li bajarê Şedadê û gundewarê wê zêde bûne, asta pêşketina hişmendiyê dide nîşan.

(k)

ANHA