ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2 – 12 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2 – 12 – 2024
2 kanûn, 2024   02:00

Gaziyên şer diyar kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê asta çalakiyan were bilindkirin û got azadiya wî tenê ne ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan rêya azadî û wekheviyê vedike. (wêne û dîmen).

Piştî deh salan ji berxwedana Kobanê ku serketineke dîrokî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê pêk hat, dema ku Serokkomarê faşîst Recep Tayyîp Erdogan dilê xwe bi ketina Kobanê xweş dikir. niha jî pêkhateyên Rojava pêşberî derfeteke dîrokî ne ji bo serkeftineke dîrokî bi dest bixin. (lêkolîne).

Welatiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê armanca tevgerên vê dawiyê li Sûriyeyê axivîn, welatiyan diyar kir ku "Ev tevger beşeke nû ya trajediya Sûryeyê ye, û li dijî êrişan banga "hevgirtina niştimanî" kirin .(wêne û dîmen).

Ji Fermandarên YPJ’ê Nesrîn Ebdullah bal kişand ser girîngiya parastinê û got, avakirina eniyeke hevbeş ya jinan ji hemû tiştan pêwîstir e. (wêne û dîmen).

Ji bo xweparastin û pêşîlêgirtina nexweşiyên demsala zivistanê, bi taybet nexweşiyên singê û pergala bêhnvedanê, bijîşkekî pisopr hin şîret û agahî dan. (wêne û dîmen).

Welatiyên bajarê Şedadê li erdên biçûk ên li ber malên xwe şîniyên zivistanê diçînin. ji ber ku ava herêmê şor e sûdê ji ava baranê werdigrin û awayên nû yên avadaniyê bikar tînin. (wêne û dîmen).

Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên girseyî yên girseyî li dar dixe û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zêdekirina êrîşên wê li ser gundewarên Efrînê û gundewarên wê şermezar dike. -Kantona Şehba. Pêvekirî (wêne û dîmen).

Şêniyên parêzgeha Reqa ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, şehîd Nasir Reşîd El-Felah, saet di 11:00’an de bibin cihê oxirkirina wî. Pêvekirî (wêne û dîmen).