Ji bo Stasyona Hilêliyê bîrek hat kolandin

Ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê, Daîreya Avê ji bo Stasyona Hilêliyê ya ku avê dide Qamişloyê, bîrek koland. Li gorî agahiyên ku Daîreya Avê dane, dê sala bê 20 bîrên din jî bên kolandin.

Ji bo Stasyona Hilêliyê bîrek hat kolandin
19 mijdar, 2024   11:21
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Daîreya Avê ya Qamişloyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê, bi taybet di havînê de, ji bo Stasyona Hilêliyê bîrek koland.

Pêkanîna plana kolandina bîrê ji Îlonê (2024) ve dest pê kir û di Mijdarê de bi dawî bû. Tevî bîra ku nû hatiye kolandin, hejmara bîrên avê li Stasyona Hilêliyê dibe 52.

Endama Beşa Lêkolînê ya Daîreya Avê li bajarê Qamişlo Evîn Ehmed ji ajansa me re diyar kir ji ber şêniyên taxa Siyahî di werzê havînê de zehmetiya kêmbûna avê dikşînin, wan destpêkê xwest wê bîrê li başûrê taxa Siyahî bikolin, lê ji ber ava wê ne ji bo vexwarinê bû, wan bîr li kêleka Stasyona Hilêliyê koland.

Evîn Ehmed destnîşan kir ku wan destpêkê 129 hezar dolar veqetandibû, lê lêçûna wê ya dawîn bi giştî 115 hezar dolar e.

Evîn Ehmed da zanîn ku wê bîr di nava hefteyekê de bi tora avê ya Stasyona Hilêliyê ve bê girêdan û got: “Em ê sala bê 20 bîrên din ji bo Stasyona Hilêliyê ya ku avê dide giştî bajarê Qamişlo, bikolin.”

Ji bo Qamişloyê av ji 52 bîrên stasyona taxa Hilêliyê, 11 bîrên Iwêca, 5 bîrên Ceqceq û 13 bîrên cuda li taxên rojhilatê bajêr tê kişandin.

(bb)

ANHA