Daxuyaniya G20’an: Divê li Xeza û Lubnanê agirbest pêk were

Dewletên G20`an ragihand ku ew piştgiriya “avakirina dewleta Filistînê ya serbixwe û agirbestê li Xeza û Lubnanê" dikin. Dewletan diyar kir ku "ew ji rewşa trajedîk a li Xezayê û gurbûna şer a li Lubnanê" bi fikar in.

Daxuyaniya G20’an: Divê li Xeza û Lubnanê agirbest pêk were
19 mijdar, 2024   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên G20`an (Koma 20’an) duh lûtkeya xwe li bajarê Rio de Janeiro yê Brezîlyayê li dar xist. Dewletên beşdarî lûtkeyê bûbûn, îro daxuyaniyeke hevbeş da. Di daxuyaniyê de dewletan diyar kir ku ew "piştgiriya agirbesta li Xeza û Lubnanê" dikin. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji bo piştgiriya agirbestê li Xezayê li gorî biryara NY`yê ya bi hejmar 2735ˈan me hemûyan li hev kir. Ji bo Lubnanê jî em di heman baweriyê de ne. Divê welatî vegerin malên xwe.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi rewşa trajedîk û bandorên neyînî yên şer ên li ser Xezayê hate kirin û hate destnîşankirin ku dewletên G20’an pabendî qanûnên navneteweyî û biryarên NY`yê yên têkildar in.

Di daxuyaniyê de piştgiriya avakirina dewleta Filistînê ya serbixwe û agirbestê li Xeza û Lubnanê hate kirin.

Der barê şerê li Ukraynayê de jî di daxuyaniyê de "însiyatîfên avakar ji bo sepandina aştiyê” bi erênî hatin nirxandin û banga aştiyeke adil û domdar hate kirin.

(şx/bb)