‘Azadî nayê dayîn lê tê standin’

Rûniştina wan bi Rêber Abdullah Ocalan re û xwendina parêzname û pirtûkên wî nêrînên gelek şêniyên kantona Cizîrê guherandin. Şêniyan got êdî fêm kiriye ku azadiyê nayê dayîn lê belê tê standin û diyar kir ku bê fedakarî welat azad nabe.

‘Azadî nayê dayîn lê tê standin’
27 ÇILE, 2024   02:35
QAMIŞLO

Rêber Abdulah Ocalan di salên 1980`yî de û heta dawiya salên 1990`î, dema li Sûriyeyê û Lubnanê bû, gelek civîn bi gel re li dar xistin. Di wan civînan de, şêniyan ji nêz ve fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kir. Pêkhate û şêniyên ku nekarîn pê re rûnin, bi rêya xwendina pirtûk û parêznameyan Rêber Abdullah Ocalan nas kir û heta îro û ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê dikoşin.

Welatiya bi navê Latîfa Ehmed a ji gundê Til Cemal ê navçeya Girkê Legê ya kantona Cizîrê di salên 90`î de tevî komeke şêniyên bajarê Dêrikê li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz tev li pîrozbahiya 15`ê Tebaxê bûn û bi Rêber Abdullah Ocalan re rûnişt.

Latîfa kêliya dîtina Rêber Abdullah Ocalan û hesên xwe wiha anîn ziman: "Ez bi şans im ku derfetek ji min re çêbû ku Rêber Abdullah Ocalan ji nêz ve bibînim. Fikrên wî jin û civak ji nû ve kir yek."

Latîfa wiha domand: "Di salên 80`yî de bi rêya têkoşerên pêşîn ên tevgera rizgariya Kurdistanê û nîqaşên di mala min de çêdibûn, min fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kir. Me li dengê Rêbertî guhdar dikir. Dîtina wî di salên 90`î de, vîna min xurttir kir. Hîna di wê baweriyê de me ku dê gel bi rêya têkoşîn û hevgirtina me li dora wî, azad bibin."

Her wiha Latîfa diyar kir ku welat bê fedakarî azad nabe û ji wê demê ve li pêşiya hêviyên zarokên xwe ku tev li gerîla bibin nebû kelem lê belê ew teşwîq kirin û piştgiriya wan kirin.

Latîfa Ehmed dayika gerîlayê HPG`ê Serxwebûn Rojava ye ku piştî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tev lê bû.

Latîfa wiha pê de çû: "Bi saya Rêbertî, em ji bin kavilan û siyasetên qirkirinê û çewisandinê rabûn. Em deyndarê wî ne ku bi mezinkirina têkoşînê û birêxistinkirinê, em rêgeza wî û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Welatiyê ji pêkhateya Ermen Nobar Kînco yê ji Dêrikê jî got: "Ez bi Rêber Abdullah Ocalan re rûneniştime, lê dema min parêznameyên wî xwendin, mîn fêm kir ku ew hewl dide projeya xwe ya mirovî pêşkêş bike, ji bo ku aştî û azadî pêk were û gelên blindest ji koletiyê xilas bibe. Ev fikr, bala min kişandin ji bo ku fikrên wî bixwînim û baştir nas bikim."

Kînco bang li gelê herêmê kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan baş fêm bikin û rast pêk bînin, tenê bi vê rêyê dikarin azadiya wî ya fîzkî pêk bînin û got: "Ez şîret dikim ku her ket pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bixwîne, ji ber ku wî bi fikrê xwe wateyek daye jiyanê, azadî kiriye qanûneke bingehîn a jiyanê bi taybet azadiya jinan."

Welatiyê bi navê Ebdulselam El Casim ê ji pêkhateya ereb jî parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan xwendiye û têkildarî wê got: “Her pênc parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hiştn ez rastiya dîrokî û çandî ya civakan nas bikim, çawa li hember siyaset û êrişên li ser azadiya me bisekinim. Azadî mafê her kesî ye, tê stendin nayê dayîn û dev jê nayê berdan." 

El Casim di dawiyê de got: "Di mal de, yan jî civakê yan jî kar pêwîstiya me bi vîneke rast heye. Min gelek sûd ji parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan wergirt. Bi taybet parêznameya 4`an ku jê fêr bûm çawa xwe bi rêxistin bikim, mala xwe birêve bibim û ev çawa bandor li civakê û birêxistinkirina wê dike, heke her kes wisa xwe birêxistin bike, em ê civakeke birêxistinkirî ava bikin."

(şx)

ANHA