Ji bo rawestandina şer Pûtîn 2 şert danî

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn got ji bo şerê li Ukraynayê raweste û aştî pêk were divê 2 şert pêk werin.

Ji bo rawestandina şer Pûtîn 2 şert danî
14 hezîran 2024   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn got: "Pêşketina hêzên Rûsyayê ber bi paytexta Ukrayna Kievê sala 2022`yan armanca wê ku Kiev neçar bikin peymana aştiyê qebûl bike. Niyeta şer nîn bû."

Pûtîn ji Ukraynayê xwest hêzên xwe ji 4 herêman bikişîne û dev ji NATO`yê berde ji bo ku aştî bi rêya danûstandinan pêk were.

Pûtîn soz da ku agirbest li Ukraynayê pêk were heke Kievê hêzên xwe ji herêmên dagirkirî vekişand û dev ji planên tevlêbûna NATO`yê berda.

Her wiha Pûtîn raporên ku îfade dikin Rûsya dixwaze êriş Ewropayê bike bi texmîn wesifand û got: "Ne rast in û pêşbaziya çekdariyê rewa dikin."

(şx)