Li Dêrazorê projeyeke nû Ji bo pêşxistina çandiniyê

Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Dêrazorê ji bo pêşxistina çandiniyê û sererastkirina projeyên avdanê ya nû destpê bi kir.

Li Dêrazorê projeyeke nû Ji bo pêşxistina çandiniyê
28 tîrmeh, 2024   15:24
 DÊRAZOR

Desteya Çandinî û Avdanê ya kantona Dêrazorê di çarçoveya pêkanîna encamnameya Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê û Aramiyê de û ji bo pêşxistina çandiniyê li kantonê, dest bi projeyeke ji bo vejandina bi deh hezaran zevî, kir. 

Di projeyê de, wê kanal, toreyên beşa 6`an a avdanê bên sererastkirin. Ji bo avê ji herêma di navbera gundê Takîhî heta gundê Hema de peyda dike. Her wiha avê ji 120 hezar donim zevî re jî peyda dike.

Deste hewl dide zeviyan ji şûrbûnê û bilindbûna bîran biparêze, ji lewra torên sereke û şaxî paqij dike û li gorî plansaziyekê xerckirina zêde ya avê kêm dike.

Projeya avdanê ya beşa 6`an ji 2 stasyonan pêk tê. 6 jenerator di her saniyekê de 2.7 metrekab av derdixe. Kapasîteya xebitandinê ya projeyê di her saniyekê de 13.5 metrekab av e, yanî rojane zêdetirî milyonek û 100 hezar metrekab av derdixe. Deste, ji bo ku zirar negihêje projeyê, wê li gorî kapasîtekeyeke guncew stasyonê bixebitîne da ku av bigihêje torên avdanê yên sereke û şaxî.

(şx)