`Şerê taybet û xiyaneyta PDK'ê` navnîşana semînera li Şehbayê

Meclisa bajarokê Ehdasê ya Kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî şerê taybet û xiyanetiya PDK'ê û ENKS semînerek li dar xist.

`Şerê taybet û xiyaneyta PDK'ê` navnîşana semînera li Şehbayê
`Şerê taybet û xiyaneyta PDK'ê` navnîşana semînera li Şehbayê
`Şerê taybet û xiyaneyta PDK'ê` navnîşana semînera li Şehbayê
`Şerê taybet û xiyaneyta PDK'ê` navnîşana semînera li Şehbayê
`Şerê taybet û xiyaneyta PDK'ê` navnîşana semînera li Şehbayê
`Şerê taybet û xiyaneyta PDK'ê` navnîşana semînera li Şehbayê
`Şerê taybet û xiyaneyta PDK'ê` navnîşana semînera li Şehbayê
28 tîrmeh 2024   15:45
ŞEHBA

Meclisa bajarokê Ehdasê ya kantona Efrîn û Şehbayê ji bo balê bikişîne ser şerê taybet û xiyaneta PDK’ê û Encûmena Nîştimanî ya Kudistanê (ENKS) bi tevlê bûna Endamên saziyên Rêveberiya Xweser semînerek li dar xist. 

Di destpêka semînerê de sinevizyonek li ser xiyaneta PDK'ê û ENKS'ê hate pêşedan.

Dûre Endama rêveber a Meclisa bajarokê Ehdasê Ronahî Efrîn axivî û got: "Di her kêliyê de li ser me şerê taybet tê meşandin, di aliyê leşkerî, siyasî û civakî. Ji ber vê divê em jî li hember şerê taybet xwedî biryar bin û tu carî dest ji têkoşîna xwe  bernedin .

'XİYANETİYA PDK'Ê TU CARÎ NİKARE ŞOREŞA ME TÊK BİBE'

Ronahî Efrîn diyar kir ku xiyanta PDK'ê ji destpêk dîrokê ve heya roja me berdewame dike û wiha berdewam kir: "PDK'ê bi xiyaneta xwe dixwaze vîn û berxwedana gelan têk bibe. Li hemberî xiyanetê û şerê taybet divê em xeta berxwedanê xurttir bikin.

Ronahî Efrîn di dawiya axaftina xwe de got: "Felsefeya Rêber Apo li ser esasa rizgarkirina jin, ciwan û gelan ji desthildariyê û bi azadî û demokrasiye bi biratiya gelan pêşketiye. Gelê me dê li hemberî hemî zihniyetan li ber xwe bidin û em ê bi têkoşîna xwe şerê taybet û xiyanetê têk bibin."

Yek jî ji başdarên semînerê Hacar Hisen axivî û wiha got: "Malbatên Barzanî û PDK'ê bi dijmin re bû yek, ev jî diyar dibe ku xiyanetê hilbijartiye."

Hacar wiha berdewam kir: "Di Efrînê de xuya bû ku bi çeteyên dewleta Tirk a dagirker re bû yek.  Ji ber wê banga gelê Efrînê dikir ku biçin Efrîn, Efrîn ewle ye. Ez niha dêbijîm kanî Efrîn na ku wan qalê wê di kir. Efrînê her roj sûcên der mirovî tên kirin."

Hacar di dawiyê de got: "Bila dewleta Tirk,PDK'ê û ENKS'ê jî bizanin ku em bi şerê taybet nayên xapandin. Ez bang li tevahî gelê Kurd û Kurdistanê dikim ku bi şerê taybet neyên xapandin."

(zş)

ANHA