Bertekên li hember darvekirina aktivîstên jin berdewam in

Rêxistinên jinan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara darvekirina aktivîstên jin li Îranê şermezar kirin û bang li rêxistinên mafên mirovan, desteyên hiqûqî, tevgerên jinan, kirin ku dengê jinan bilind bikin û piştgiriya azadiya wan a siyasî, çandî û civakî bikin.

Bertekên li hember darvekirina aktivîstên jin berdewam in
28 tîrmeh 2024   15:11
TEBQA

Dadgeha Îranê 4 û 24`ê Tîrmehê cezayê darvekirinê li aktivîst Şerîfe Muhamadî û Pexşan Ezîz birî. Rêxistinên jinan ên herêmê li hember vê biryarê bertek nîşan da û bang kir ku ev biryar demildest bê rawestin.

Di vê çarçoveyê de Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê daxuyaniyek da.

Endamên sazî û meclisên sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbya tev li dayîna daxuyaniyê bûn. daxuyanî ji aliyê seroka Desteya Jinan Wela El Nacî hate xwend.

Wela El Nacî bal kişand li ser serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qatilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ku ji destê "polîsên exlaqê" yên Îranê ku di Îlona 2022`yan hate kirin û hate got: "Ev serhildan hîna berdewam e. Cezayên darvekirinê yên li dijî Şerîfe Muhamadî û Pexşan Ezîzî beşeke siyaseta çewisandinê ya desthilata Îranê ya li dijî jinan dimeşîne."

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan, desteyên hiqûqî û tevgerên jinan ên cîhanê hate kirin ku van sûcên hovane rawestînin û dengê jinan bilind bikin, pişgiriya azadiya wan a siyasî, çandî û civakî bikin.

(şx)

ANHA