Siberoja başûrê Yemenê û têkiliyên Sûriye-Îsraîlê mijarên rojnameyên erebî ne

Dosyaya Yemenê wek ezmûneke ji bo yekitiya dewletê û pêşîgirtina li hilweşîna wê dîsa bû rojev. Di heman demê de, têkiliya di navbera Sûriyeyê û Îsraîlê de jî bû mijara rojnameyên erebî.

Siberoja başûrê Yemenê û têkiliyên Sûriye-Îsraîlê mijarên rojnameyên erebî ne
2 ÇILE, 2026   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de li ser têkiliyên Sûriye û Îsraîlê yên di sala nû de û siberoja pirsgirêka başûrê Yemenê nivîsîn. 

EWLEHIYA XAKA YEMENÊ

Rojnameya El Şarq El Ewsat li ser krîza nexşeyên siyasî yên li cîhana Ereban nivîsî û hişyarî li ser xetereyên li yekitiya dewletên kevneşopî yên ji ber nakokiyên navxweyî û derve da û bi taybet bal kişand ser Yemenê.

Rojnameyê diyar kir ku gotûbêjkirina siberoja pirsgirêka başûrê Yemenê “ne tiştekî heram e”, wekî ku di daxuyaniyên Siûdiyê de hatiye gotin. Lê nerazîbûn li ser ferzkirina rewşeke neçarî heye, bi taybet ku ji ber qelsiya desthilatdariya dewletê û parçebûna axê di navbera deverên ku ji hêla Hûsiyan ve têne kontrol kirin û yên di bin kontrola hikumeta rewa de.

Rojnameyê ev parçebûn bi mîrateyên kolonyalîzmê, têkçûna rejîman di avakirina nasnameyên neteweyî yên yekgirtî de, bilindbûna nasnameyên mezhebî û etnîk li ser hesabê dewletê ve girê da.

Rojnameyê da zanîn ku parastina nexşeya Yemenê ya heyî vebijêrka herî kêm ziyan e, di heman demê de banga diyaloga bi garantiyên herêmî kir û rola girîng a Erebistana Siûdiyê ya di vê pêvajoyê de nirxand.

‘TÊKILIYÊN ÎSRAÎL-SÛRIYEYÊ YÊN 2026’AN: GELO PEYMANA NORMALÎZEKIRINÊ DÊ PÊK BÊ?’

Rojnameya El Nehar li ser siberoja têkiliyên Îsraîl-Sûriyeyê nivîsî û pirs kir “gelo sala 2026’an dê bibe şahidê peymaneke normalîzekirinê yan berdewama siyaseta rêvebirina pevçûnan?”

Rojnameyê destnîşan kir ku sala 2025’an saleke tevlihev bû, di vê salê de hewldanên gihaştina têgihaştinên ewlehiyê yan peymaneke normalîzekirinê têk çûn, êrişên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê û bombebarankirina cihên stratejîk berdewam kir, di heman demê de rayedarên Sûriyeyê nekarîn şertên xwe ferz bikin.

Rojnameyê diyar kir ku ji ber lawaziya ewlehiyê û aloziyên mezhebî, normalîzekirina têkiliyan ji bo rayedarên Sûriyeyê di hundir de pir bi xisar e, di heman demê de Îsraîl heta ku peymaneke fermî li ser erdê bi dest nexe, tu tawîzan nade.

(k)