20 sal cotkariyê dike: Firyal Cembelî

Hemwextî ku cîhan berê xwe dide bikaranîna xwarinên çêkirî, Firyal ji zêdetirî 20 salan ve di zeviyan de dixebite da ku sebzeyan ji mala xwe re peyda bike û debara jiyana xwe û ya malbata xwe bike.

20 sal cotkariyê dike: Firyal Cembelî
20 sal cotkariyê dike: Firyal Cembelî
5 sibat, 2024   05:34
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Firyal Cembelî (45) ji gundê Dêro Kevnik ê herêma Aliyan a bakurê kantona Cizîrê ye. Piraniya dema xwe di zeviya xwe  ya bi rûbera 10 doniman de derbas dike. Di zeviya xwe de sebzeyên havîn û zivistanê yên cûrbecûr çandine.

Firyal ku niha dayika 4 zarokan e, ji 2 saliya xwe ve karê çandina sebzeyan dike. Wê xwest hezkirina xwe ji axa xwe re û peydakirina  pêdiviyên mala xwe ji sebzeyên teze û yên xwezayî bike yek.

Firyal tev hevjînê xwe axê ji bo çandinê amade dikin, giya û çawîrê ji nav paqij dikin û wê cot dikin. Ew pirî caran bi rêbazên xwezayî çandiniyê dike. Wek ku tovên berhemên sala borî hişk dike da ku di salên din de bi kar bîne û biçîne. Her wiha ew li şûna semada çêkirî bermayiyên pez û ajalan dikire û li axê dike.

Firyal beşekê ji berhemê ji bo mala xwe radike, beşa mayî jî yan li mala xwe yan jî li sûka Dêrikê difiroşe şêniyan. Nexasim ku ji ber dorpêça li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwarin û kel û pel biha bûne.

Firyal ji ajansa me re destnîşan kir ku pêwîstiya berhemên çandiniyê bi taybetî sebzeyan bi girîngîdayîn û çavdêriyê heye û wiha got: "Pêwîst e di dema guncaw de bên avdan û semad jî bên bikaranîn."

Firyal diyar kir ku sebzeyên malan hemwextî vê rewşa bihabûnê gelekî girîng in.

Di dawiya axaftina xwe de Firyal bang li jinan kir ku girîngiyê bidin çandiniyê, ji ber ku herî zêde jin ji çandiniyê sûdê werdigirin û herî zêde bi axê û xwezayê ve girêdayî ne.

(mh(

ANHA