Ji bo berdana 300 dîlgirtiyan amadekarî têne kirin

Amadekarî têne kirin ku nêzîkî 300 dîlgirtiyên di zindanên hikumeta demkî de serbest werin berdan.

Ji bo berdana 300 dîlgirtiyan amadekarî têne kirin
6 gulan, 2026   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji ajansa me re got tê payîn ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê roja Pêncşemê an jî Înê nêzî 300 dîlgirtiyên ku li ba wan girtî ne, berde. Pêvajoya serbesberdana dîlgirtiyan çend hefteyan berê rawestiyabû.

Çavkaniyan diyar kir ku ji duh ve amadekarî têne kirin ji bo lezandina berdana komeke nû ya dîlgirtiyan.

Di 3 hefteyên dawîn de pêvajoya serbestberdana dîlgirtiyan rawestiyabû, bêyî tu daxuyaniyek an agahdariyeke fermî der barê sedemên rawestandinê de werin dayîn.

Li gorî çavkaniyên ajansa me, tê texmînkirin ku hejmara dîlgirtiyên ku di destê hikumeta demkî de mane, di navbera 500 û 600 kesan de be. Ji 11’ê Nîsanê ve tu pevguhertina girtiyan çênebûye, her çend hefteya borî hatibû plankirin ku komeke nû were berdan, lê pêk nehat.

Ji 29`ê Çileyê ve malbatên dîlgirtiyan li bajarên herêma Cizîrê û Kobanê ji bo daxwaza serbesberdana zarokên xwe dadikevin kolanan.

(k)