‘Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîna me dê dewam bike’

Partiyên siyasî yên kantona Efrîn û Şehbayê û Kongra Star bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin dê têkoşînê bidomînin heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe.

‘Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîna me dê dewam bike’
29 adar, 2024   15:31
ŞEHBA

Partiyên siyasî yên kantona Efrîn û Şehbayê û Kongra Star bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Daxuyanî li Kampa Serdem ji hêla endamên meclisa kantona Efrîn û Şehbayê Şîlan Şêxo û Necî Selemê ve hate xwend. 

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin: “Zêdetirî 3 salan e dewleta faşîst a Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran didin ferzkirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Di baweriya gelê Kurd de berdewamkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hedefgirtina Kurdan e û azadiya wan bi azadiya Rêbertî ve girêdayî ye.”

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî hate kirin û wiha gotin: “Divê erka xwe ya hiqûqî û exlaqî bi cih bînin û zextê li dewleta faşîst a Tirk bikin da ku tecrîdȇ li ser Rêber Apo rake, di pêkanîna yasa û peymanên navneteweyî de mafê hêviyê bidin Rêber Apo.”

Di dawiya daxuyaniyê de heya pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan soza domandina têkoşînê hate dayîn.

ANHA