Bi hevkariya çeteyên dewleta Tirk 12 çeteyên DAIŞ`ê reviyan

SOHR`ê ragihand ku 12 çeteyên DAIŞ`ê bi hevkariya çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji girtîgehekê reviyan ku çete bi xwe çavdêriya wê dikin.

Bi hevkariya çeteyên dewleta Tirk 12 çeteyên DAIŞ`ê reviyan
29 adar 2024   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 12 çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgeheke li navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî reviyane. SOHR`ê da zanîn çeteyên dewleta Tirk alîkariya çeteyên DAIŞ`ê kiriye da ku birevin.

Ev ne cara yekê ye ku çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgehên li herêmên dagirkirî direvin. Sala borî 20 çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgeha Reco ya li bakurê Helebê ya dagirkirî reviyabûn.

Wê demê çeteyên li girtîgehê alîkariya wan kiribû û li beramberî hezar heta 3 hezar dolarî û hinek ji wan 10 hezar dolar dan û ew ji girtîgehê revandin.

(şx)