Li Hemayê 3 çeteyên HTŞ’ê hatin kuştin

Li gundewarê parêzgeha Hemayê  di êrişa hêzên Şamê de3 çeteyên HTŞ’yê hatin kuştin.

Li Hemayê 3 çeteyên HTŞ’ê hatin kuştin
29 adar, 2024   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafireke bê mirov a bi çek a hêzên hikumeta Şamê li gundê Xirbe Naqûs ê rojavayê parêzgeha Hemayê erebeyeke çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) bombebaran kir. Hate ragihandin ku di encamê de 3 çete hatin kuştin û birîndar jî hene.

Duh jî hêzên hikumeta Şamê li gundê Efer Emê yê rojavayê Helebê erebeykeke çeteyên HTŞ’ê bombebaran kiribû.

Li gorî SOHR, di şer û êrişên ji destpêka îsal ve yên li "Herêma Bêçek" de 152 kes hatine kuştin. Her wiha zêdetirî 56 çete û leşker û 54 sivîl birîndar bûne.

(mh)