Ji bo avakirina hikûmetê YNK û PDK’ê daxuyaniyek hevbeş da

Alîkarê Serokê hikumeta demborî ya Herêma Federal Kurdistanê Qubat Talebanî têkildarî civîna YNK’ê û PDK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo hikûmet bê avakirin reşnivîsa dawî ya hevpar hatiye amadekirin.

Ji bo avakirina hikûmetê YNK û PDK’ê daxuyaniyek hevbeş da
18 adar, 2025   23:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyên muzakereyê ya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo hikûmeta nû ava bikin li navçeya Pîrmam a Hewlêrê careke din li hev civiyan. Serokatiya şandeya PDK’ê Hoşyar Zêbarî û ya YNK’ê jî Qubat Talebanî dikirin.

Li gorî daxuyaniya ji Ofîsa Ragihandinê ya Qubat Talebanî hate kirin, di hevdîtinên hatine kirin de weke mekanîzmaya avakirina hikûmetê ji bo qonaxa bê ya hevdîtinê reşnivîsa dawî ya hevpar hatiye amadekirin.

Li Herêma Federal a Kurdistanê piştî 6 salan hilbijartina parlementoyê ya dema 6’an 20’ê Cotmeha 2024’an hatibû kirin. Bi qasî 4 mehan li ser hilbijartinê re boriye, hê jî hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê nehatiye avakirin.