Ji bo 8`ê Adarê çalakiyên cihereng hatin lidarxistin

Li bajarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nêzîkbûna 8`ê Adarê re çalakiyên cihereng bi dirûşma "Bi vîna jina azad em siyasetên qirkirinê, dagirkirinê û tecrîdê bi dawî bikin" li dar dikevin.

Ji bo 8`ê Adarê çalakiyên cihereng hatin lidarxistin
Ji bo 8`ê Adarê çalakiyên cihereng hatin lidarxistin
Ji bo 8`ê Adarê çalakiyên cihereng hatin lidarxistin
Ji bo 8`ê Adarê çalakiyên cihereng hatin lidarxistin
Ji bo 8`ê Adarê çalakiyên cihereng hatin lidarxistin
Ji bo 8`ê Adarê çalakiyên cihereng hatin lidarxistin
Ji bo 8`ê Adarê çalakiyên cihereng hatin lidarxistin
Ji bo 8`ê Adarê çalakiyên cihereng hatin lidarxistin
26 sibat, 2024   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star a navçeye Çilaxa li hola Navenda Çand û Hunerê semînerek li dar xist. Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl ên navçeyê tev li semînerê bûn. 

Di semînerê de  endama rêveberiya Kongra Star a navçeyê Kerîma Mihemeed axivî û behsa têkoşîna jinan a ji bo pêkanîna edaletê kir.

Dûre endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêvî Silêman jî behsa girîngiya Roja Jinan a Cîhanê di xurtkirina têkoşînê de kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan, nêrîna jinan guhert û diyariyek da wan ku îdeolojiya rizgariya jinan pêş bixin."

Hêvî destnîşan kir ku jinan roleke pêşeng di parastina destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji zihniyeta tundrew û zordest de lîst û bi sedan jin di oxira wê de şehîd bûn û ji tevgerên jinan ên cîhanê re bûne minare.

Li navçeya Tirbespiyê jî, Rêveberiya Dibistanan şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bernameyên hunerî, çandî, şanoko aliyê xwendekaran ve hatin pêşandan.

Şahî li dibistana Şehîd Warşîn hate lidarxistin. Li rex berhemên xwendekaran koma Şehîd Dilgeş a Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil stran gotin û beşdaran xelkên govendê li ber gerandin.

(şx)

ANHA

Tirbespiyê

çilaxa