Xwaringehan jî nesîbê xwe ji bombebaranê girtiye

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesazî û dezgehên xizmetguzariyê, xweringeh jî ketine tengasiyê.  

Xwaringehan jî nesîbê xwe ji bombebaranê girtiye
Xwaringehan jî nesîbê xwe ji bombebaranê girtiye
Xwaringehan jî nesîbê xwe ji bombebaranê girtiye
Xwaringehan jî nesîbê xwe ji bombebaranê girtiye
Xwaringehan jî nesîbê xwe ji bombebaranê girtiye
Xwaringehan jî nesîbê xwe ji bombebaranê girtiye
27 sibat, 2024   07:05
QAMIŞLO
KELSÛME ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker di navbera 13 û 15'ê Çileyê (2024) de bi awayekî dijwar êrişî navendên enerjî û xizmetguzariyê yên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê kiribû û li gel saziyên giştî yên aborî û xizmetguzariyê, zirarek mezin dabû 20 stasyonên enerjiyê.

Ji ber êrişan, cihên ku xebata xwe bi ceyran û gazê dimeşînin, ketine tengasiyek mezin. Yek ji van cihan jî xwaringeh in.

Li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê ku 25 xwaringeh lê hene, xwediyên kargehan di peydakirina gaze de zehmetiyan dikişînin. Gaz êdî pir kêm peyda dibe, yên ku ji derveyî herêmê tînin jî gelekî buhane, lewma xwediyên xwaringehan berê xwe dane rêbazên berê û papuran bikar tînin. 

Ji ber ku pergala ceyranê jî hatiye hilweşandin, jeneratorên li nava taxan heta êvarê vekirî dimînin, lê ew jî lêçûnan zêdetir dikin.

Xwediyê xwargeheke li bajar ê bi nave Ehmed Hesen jî, bi armanca ku gazê kêm bikar bîne, papurê bikar tine. Li gorî Ehmed Hesen, lêçûnên wan zêde bûne û bi awayekî xwezayî bandorê buhayê xwarinê dike, lewma welatî wekî berê nikarin biçin xwaringehan.

Ehmed Hesen, da zanîn ku di demsalên buharê de karê xwaringehan baştir dibû, lê îsal ji ber êrişan û buhabûnê ev rewş bê biguhere.

(şx)

ANHA