Ji bidawîbûna agirbesta li Xezayê ve derdora 200 kes hatiye kuştin

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de piştî bidawîbûna agirbestê di roja duyemîn de berdewam e. heta niha derdora 200 kes hatine kuştin û 600 kes jî birîndar bûne.

Ji bidawîbûna agirbesta li Xezayê ve derdora 200 kes hatiye kuştin
2 kanûn, 2023   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Piştî bidawîbûna agirbestê artêşa Îsraîlê di roja 2’yemîn de bê navber Şerîda Xezeyê bombebaran kir. Vê sibehê berdevkê artêşê Jonathan Conrîcus got, "Em niha li tevahiya Şerîda Xezeyê êriş hedefên leşkerî yên Hamasê dikin."

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ya di bin kontrola Hamasê de ragihand ku ji roja Înê ve ku êrîşên Îsraîlê ji nû ve destpê kirin heta niha nêzî 200 kes mirine û 600 kes jî birîndar bûne.

Tevgera Filîstîn û Îsraîl bidawîbûna agirbesta ku rê li ber berdana 240 girtiyên Filîstînî, derbasbûna alîkariya mirovî û berdana 100 dîlgirtî pêk hatibû, hevdu sûcdar dikin.

Li ser sînorê bakur ê Îsraîlê jî di navbera artêşa Îsraîlê û tevgera Hîzbûllah ên Libnanê ku hevalbendên Hamasê ne de pevçûn ji nû ve destpê kirin. Hîzbûllah ragihand ku di encama topbarana Îsraîlê ya li başûrê Libnanê de 2 endamên wê û sivîlek mirî ye. Her wiha êrîşên li dijî Îsraîlê jî girt ser xwe.

Li gorî NY'ê di rewşa heyî de herêma ku di bin dorpêça Îsraîlê de ye, ku ji nîvê zêdetir xaniyan zirar lê hatine yan jî hilweşiyane, ji ber şer 1,7 milyon mirov ji cih û warê xwe bûne, hewcedarî bi alîkariyeke mezin heye. Rewşa tenduristiyê xirab dibe; Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku 111 hezar rewşên nexweşiyên akut ên hilmijê di nav penaberên ku li Xezeyê koçber bûne de û 36 hezar bûyerên îshalê di zarokên ku temenê wan di bin 5 saliyê de ne derketine holê.