Bi 2 pirtûkan nasname û bîra dîrokî ya Kurdan belge kir

Nivîskar û Lêkolîner Fewaz Osman li Qamişloyê 2 pirtûkên xwe yên nû îmze kir, ji bo ku nasnameya çandî biparêze, di pirtûkan de tecrubeya xwe ya xerîbiya 26 salan belge kir û behsa rêwîtiya jina Kurd seranserî dîrokê kir.

Bi 2 pirtûkan nasname û bîra dîrokî ya Kurdan belge kir
Bi 2 pirtûkan nasname û bîra dîrokî ya Kurdan belge kir
Bi 2 pirtûkan nasname û bîra dîrokî ya Kurdan belge kir
Bi 2 pirtûkan nasname û bîra dîrokî ya Kurdan belge kir
Bi 2 pirtûkan nasname û bîra dîrokî ya Kurdan belge kir
Bi 2 pirtûkan nasname û bîra dîrokî ya Kurdan belge kir
Bi 2 pirtûkan nasname û bîra dîrokî ya Kurdan belge kir
3 tebax, 2026   06:25
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Di 1`ê Tebaxê (2026) de, li Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) a li bajarê Qamişlo herêma Cizîrê, di şevbuhêrkeke çandî de Nivîskar û Lêkolîner Fewaz Osman 2 pirtûkên xwe yên bi navê “Ela Dîfaf El Meheba” û “Jina Kurd: Dîrok û Dema niha” bi amadebûna hejmarek ji rewşenbîran îmze kir. 

Fewaz Osman ji bajarê Qamişlo ye, ew endamê HRRK`ê ye û 26 salan derveyî welat li Almanyayê maye. Ji bo ku bîra dîrokî biparêze, di dema mayîna xwe ya derveyî welat de wî girîng daye lêkolîn û xwendinê, ji bo wê jî berê xwe daye jêderên Erebî, Kurdî û biyanî yên dirêdayî dîroka Kurdî, doza nasnameyê û erdîngariya siyasî.

Di pirtûka “Jina Kurd: Dîrok û Dema Niha” de nivîskar bal kişandiye ser rêwîtiya jina Kurd ji demên berê heta niha, rola siyasî, civakî, aborî û çandî ya jinan. Her wiha destnîşan kiriye ku jinan ziman û mîrate parastiye, civak ava kiriye.

Pirtûka “Ela Dîfaf El Meheba” jî sîviya Fewaz Osman belge dike, behsa jiyan û tecrubeya wî ya dûv dirêj dike.

Fewaz Osman ji ajansa me re ev tişt got: “Di dîrokê de jina Kurd gelek xebat dan meşandin, her dem di hemû waran de hevkariya mêr kiriye. Tişta ku jinan di şoreşê de bi dest xistiye wê weke hevkareke sereke di avakirina civakê û sazkirina pêşerojê de nîşan daye, min di pirtûka xwe de rola jina Kurd û ya Ewropî di pêşxistina rewşa civaka Kurdî de dest girtiye.

Fewaz Osman diyar kir ku ew bi berhemê xwe dixwaze pirtûkxaneyeke ku ji bo lêkolîner û xwendevanan bikeve xizmetê ava bike. Ev wê bihêle ku çanda naskirin, diyalog û rêzdayîna heqîqî ya dîrokî pêşkeve.

Di dawiya axaftina xwe de Osman ev yek anî ziman: “Îmzekirina her du pirtûkan li Qamişloyê diyar dike ku ew xerîbî min dûrî warê min nekir, gotin jî wesîleya herî girînge ji bo parastina bîrê.”

Nivîskar û Lêkolîner Fewaz Osman heta niha 2 pirtûk derxistine, niha jî li ser çend berhemên din ên nû dixebite û di dema pêş de bên îmzekirin.

(sb)

ANHA