Sotemeniya Çilaxa: Ji bo careke din dayîna mazotê makanîzmeyeke nû tê danîn

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Çilaxa û Nivîsgeha Veguhestinê ji bo danîna makanîzmeyekê nû ya rêxistinkirina xebatên veguhestina giştî xebatê didomînin. Ajokaran jî daxwaz kirin ku bi lez çareserî were danîn.

Sotemeniya Çilaxa: Ji bo careke din dayîna mazotê makanîzmeyeke nû tê danîn
Sotemeniya Çilaxa: Ji bo careke din dayîna mazotê makanîzmeyeke nû tê danîn
Sotemeniya Çilaxa: Ji bo careke din dayîna mazotê makanîzmeyeke nû tê danîn
Sotemeniya Çilaxa: Ji bo careke din dayîna mazotê makanîzmeyeke nû tê danîn
3 tebax, 2026   07:40
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Xebatên Gerînendetiya Sotemeniyê li Çilaxa ya herêma Cizîrê ji bo danîna çareseriyekê ji pirsgirêka dayîna para mazota xizmetguzariyê ji bo ajokarên veguhestina giştî ya rêya Çilaxa-Qamişlo didomin. Ji ber hejmarek mezin ji yên veguhestinê para mazotê digirtin û li ser rêyê kar nedikirin, ev 2 mehin mazot nehatiye dayîn.

Endamê Rêveberiya Nivîsgeha Sotemeniyê Dara Mihemed Yûsif ji ajansa me re diyar kir ku hejmara erebeyên veguhestinê yên ku navê xwe di lîsteyên Yekîtiya Ajokaran de qeyd kirine derdora 250 erebe ne, lê li gorî çavdêriya wan kiriye tenê 60-100 seyare li ser rê dixebitin, erebeyên mayîn tenê mazota xizmetguzariyê bi buhayeke baş digirin û li ser rê naxebitin, ev hişt ku ew êdî bi giştî para mazotê ya xizmetguzariyê nedin.

Dara Yûsif da zanîn ku gerînendetiyê bi Nivîsgeha Veguhestinê û Ajokaran re makanîzmeyeke nû ji bo seyareyên ku dixebitin danî û lîsteyeke nû ji bo wan hat dayîn. Wê ev bihêle ew li şûna dayîna mazotê bi awayeke mehane, wê rojane mazot ji benzînxaneyên li Qamişlo û Dêrikê bê girtin.

Yûsif destnîşan kir ku gerînendetî ji bo gihîştina çareseriyeke adilane xebatên wan didomin û wê di rojên bê de çareserî were danîn.

Ajokarê bi navê Hisên Mele Xelîl Yûsif diyar kir ku rawestandina dayîna mazota xizmetguzarî hişt ku piraniya seyareyên veguhestinê ji xizmetê derkevin.

Hisên Yûsif da zanîn ku ajokar ji bo daxwaza para xwe bikin, gelek caran serlêdana aliyên peywendîdar kirine, lê heta niha ti çareserî nedîtine. Nebûna seyarên ku li ser rê xebatê nakin, nabe ku bibe sedemeke ji bo nedayîna mazotê ji bo hemû ajokaran, divê tenê hesab ji kesên ku ev yek derbas kirine re bê xwestin.

Ajokarê bi navê Mesûd Mehmûd jî diyar kir ku bihabûna mazota bazarê, hişt ku ew ji xebata xwe dûr bikeve. Domandina vê pirsgirêkê hişt ku ew zirarên madî bibînin û ev yek bandor li xizmetguzariya veguhestina giştî kir. Banga wan ew e ku ji bo para mazotê bighêje wan makanîzmeyek were danîn û çavdêrî bê kirin.

Hîn jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê civînên di navbera Gerînendetiya Sotemeniyê û Nivîsgeha Veguhestin û Ajokaran dewam dike.

(sb)

ANHA