Bi balafirên şer 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqê ragihand ku duh bişev li Diyale 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Bi balafirên şer 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
2 tîrmeh, 2024   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bi şev li parêzgeha Diyalayê stargehên çeteyên DAIŞ’ê bi rêya balafirên şer hatine bobmebaran kirin.

Li gorî daxuyaniyê di encama êrişê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Di daxuyaniyê hate gotin ku yek ji wan çeteyên hatine kuştin, serçete bû.

Fermandariyê da zanîn ku wê operasyonên wan yên bi heman armancê dewam bikin.