Ji ber bihabûnê sobeyên kevin sererast dikin

Bi hatina zivistanê re şênî dest bi amadekariyê dikin. Yek ji wan amadekariyan danîna sobeyan e. Lê belê ji ber bihabûna sobeyên nû, gelek welatî neçar dibin sobeyên xwe yên berê sererast bikin.

Ji ber bihabûnê sobeyên kevin sererast dikin
12 mijdar, 2024   09:20
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Bi hatina zivistanê re, welatî dest bi amadekariyê dikin, nexasim danîna sobeyan e.

Li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê jî wekî bajar û bajarokên din ên herêmê, şêniyan dest bi amadekariya zivistanê kirin. Lê ji ber bihabûna sobeyên nû li gorî salên borî, şênî astengiyan dikişînin.

Bihayê sobeya nû li gorî cure û mezinbûna wan ji 550 heta 900 hezar lîreyên Sûriyeyî ye. Ji ber wê jî, gelek şênî neçar dibin sobeyên xwe yên kevin sererast bikin û dîsa bi kar bînin.

Nayif Hemad (36) ê ji bajarê Til Birakê, ji 5 salan ve karê çaksazkirina ( sererastkirina) sobeyan dike. Hemad der barê xebatên çaksazkirina sobeyan de ji ajansa me re diyar kir ku sobe destpêkê tê paqijkirin û ger parçeyên nû werin xwestin, tên siwarkirin.

Hemad destnîşan kir ku buhayê lihêmkirina sobeyê ji 20 heta 30 hezar lîreyên Sûriyeyî ye û paqijkirina wê 25 hezar lîre ye, camê devê sobeyê yê germahiyê tehemûl dike bi 15 hezar e, her wiha qazanê (tenura) hundirê sobeyê jî li gorî cureya wê ji 80 hezarî zêdetir e.

Welatiyê bi navê Meşel El Yûnis ê şêniyê Til Birakê diyar kir ku ji ber bihayê sobeyên nû gelek zehmetî li pêşiya welatiyan derdikevin, nexasim ji bo malbatên ku pêwistiya wan bi zêdetirî sobeyekê heye û got: “Gelek mal hene pêwistiya wan bi zêdetirî sobeyekê heye û di encamê de lêçûna wê zêdetir dibe. Ji ber wê malbat sobeyên xwe yên berê ji nû ve çêdikin. Hemwextî wê, di encama êrişên li dijî herêmê de jî, sotemenî kêm bûye."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo her malbatekê, 300 lître mazot, bi buhayê nêzî hezar û 150 lîreyan ji bo her lîtrekê belav kir. Lê li stasyonên sotemeniyê her lîtreyeke mazotê bi 4 hezar û 800 lîreyan tê firotin.

(mh/fr)

ANHA