Stran 'Em jinên çiyayî ne, ji welatê rojê ne' hate weşandin

Awazê Çiya ji bo bîranîna Sara Tolhildan û Rûken Zelal ku di 26'ê Îlona 2022'yan de li navenda polîsan a navçeya Mezîtlî ya bajarê Mêrsîn ê Tirkiyeyê çalakiyek fedayî pêk anî, klîbek weşand.

Stran 'Em jinên çiyayî ne, ji welatê rojê ne' hate weşandin
26 îlon, 2024   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Awazê Çiya ji bo bîranîna Sara Tolhildan Goyî (Dilara Urper) û Rûken Zelal (Feremez Hisên) ku 26'ê Îlona 2022'an li mersînê çalakiya fedaî kirin, di salvegera şehadeta wan de klîba 'YJA Starê' weşand.

Bi strana Kurdî di şexsê herdu gerîlayan de diyarî hêzên YJA Starê hemûyan hate kirin. Stran bi gotina 'Em jinên çiyayî ne, ji welatê rojê ne' destpê dike.

Di klîbê de dîmenê çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeran jî hate weşandin.