Ji 2024ˊan heta niha 4 hewlên kuştina Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump di salên dawî de di hewlên kuştinê û gefên ewlehiyê re derbas bûye. Ev hewldan ji hilbijartinên 2024ˊan ve dest pê kirin, herî dawî jî di şahiya nûçegihanên Koşka Spî de bû.

Ji 2024ˊan heta niha 4 hewlên kuştina Trump
26 nîsan, 2026   22:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rêwîtiya siyasî ya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump de di navbera salên 2024'an û 2026'an de 4 caran hewldanên kuştinê çêbûn.

Rojnameya "Şerq El Ewset" di raporekê de hewldanên kuştinê yên ku serokê Amerîkî rastî wan hatiye, wiha rêz kirin:

HEZÊRANA 2024ˋAN - PENNSYLVANIA:

Trump di dema mîtînga kampanyayê hilbijartinê ya li bajarê Butlerê de rastî hewldaneke kuştinê hat, li wir çekdarekî 20 salî gule berda wî, guhê wî yê çepê birîndar bûn.

ÎLONA 2024ˋAN - FLORIDA:

Çekdarekî li kluba Golfê ya Trump a li West Palm Beac xwe di nava daran de veşartibû û hewl dida Trump gulebaran bike, lê hêzên ewlehiyê ew dîtin û hewldan têk bir, girtin û cezayê muebedê lê birîn.

SIBATA 2026ˋAN – MAR-A-LAGO:

Li baxçeya Mar-a-Lago ya Florîdayê ya li cihê Trump lê dimîne, êrişkarekî hewl da Trump bikuje, lê Trump ne li wir bû û ew êrişkar hat kuştin.

NÎSANA 2026ˋAN - WASHINGTON:

Çekdarekî derbasî derdora hola şahiya nûçegihanên Koşka Spî ya li holtêla Hilton bûn û hewl da êriş bike, lê dezgeha xizmetê ya sirî beriya ku ew bigihîne holê girt, Trump jî veguhastin cihekî ewle.

Ji bilî van hewldanan, Trump di salên borî de bi gefên din re jî rû bi rû maye, di nav wan de di 2020ˊan de nameyekê ku madeya jehrîn "rîsîn" tê de hebû ji Trump re hat şandin, li kêlek wê jî hewldanên ji bo plankirina kuştina wî bi rêya navbeynkaran an jî di dema mîtîngên hilbijartinê de hebûn, lê piraniya wan berî pêkanînê hatin astengkirin.

(ac/fr)

ANHA