Berxwedêrên Bendava Tişrînê li Reqayê hatin pêşwazîkirin

Çalakgerên ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê yên piştî 2 rojan ji Bendava Tişrînê vegeriyan, li Reqayê hatin pêşwazîkirin.

Berxwedêrên Bendava Tişrînê li Reqayê hatin pêşwazîkirin
Berxwedêrên Bendava Tişrînê li Reqayê hatin pêşwazîkirin
Berxwedêrên Bendava Tişrînê li Reqayê hatin pêşwazîkirin
Berxwedêrên Bendava Tişrînê li Reqayê hatin pêşwazîkirin
7 sibat, 2025   13:14
REQA

Çalakgerên ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê piştî nobedariya 3 rojan ji Bendava Tişrînê vegeriyan, li Reqayê hatin pêşwazîkirin.

Girseya çalakgeran ji aliyê endamên saziyên sivîl, leşkerî û xelkê kantona Reqayê ve hatin pêşwazîkirin. Çalakger li ber stranên şoreşgerî, hildana alên QSD’ê û dirûşmên silavkirina berxwedana Bendava Tişrînê hatin pêşwazîkirin.

Şêniyên Dêrazor, Tebqa û Reqayê beriya 3 rojan çêbûn bendavê û çalakiya nobetê girt. Şêniyên kantona Firatê niha nobet dewr girtiye.

(bb)

ANHA