Hêzên hikumetê astengiyên li dijî şêniyên gundên Dêr Hafirê zêde kirine

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê astengiyên li dijî xelkê gundên Rojavayê Dêr Hafirê zêde kirine. Di vê dawiyê de hêzên hikumetê di navbera gundên li eniyên bi ser QSDˊê ve komên axê bilind kirine. Ev yek bû sedema rageşiyê di navbera şêniyan û çekdarên hikumetê de.

Hêzên hikumetê astengiyên li dijî şêniyên gundên Dêr Hafirê zêde kirine
19 cotmeh, 2025   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li derdora bajarê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê di navbera şêniyan û hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rageşî zêde bûne. Ji ber ku hêzên hikumetê li seranserî eniyên bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve komên axê bilind kirine. Şêniyên gundan, bi taybet ên gundê Şiwêlix li hember vê kiryarê nerazîbûnê nîşan da, bi wê re şêniyan kevir avêt endamên hêzên hikumetê.

Li gorî çavkaniyekî ji ajansa me re ragihandiye ku hêzên hikumeta veguhêz astengiyan li şêniyên gundên rojavayê Dêr Hafer, bi taybet li pêşiya çûn û hatina wan.

Şêniyên gundên di bin kontrola hêzên hikûmeta veguhêz de ne, ji bo kirîna pêdiviyên bingehîn, cotkirina erdê xwe, berhevkirina berhemên xwe, rojane bi motorsiklêtan û erebeyan û diçûn Dêr Hafirê, lê ev bendên ku hatin danîn, li pêşiya wan dibin kelem.

Ji ber nebûna zelaliyeke fermî der barê sedemên rakirina van bendan de şênî bi metirsîdar inku ev astengî tevgera wan felc bike û krîzên li herêmê zêde bikin.

(ac/fr)

ANHA