Îsraîlê li cihê koçberan xist: Bi dehan kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li ser taxa Zeytûn a Xezayê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Îsraîlê li cihê koçberan xist: Bi dehan kes hatin kuştin
30 hezîran, 2025   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduritiyê ya Xezayê ragihand ku hêzên Îsraîlê li taxa Zeytûn a Xezayê dibistanek bombebaran kir, di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Wezaretê bi bîr xist ku  li dibistana hatî bombebarankirin koçbr lê bicih dibin û da zanîn ku di  bombebaranê de jin û zarok jî di nav de hejmarek mezin bûn qurbanî.

 Wezaretê aşkera kir ku ekîbên amblulans û rizgariyê hin kesên ji binê kavilên avahiyê derxistin.

Tevgera Hemasê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û bi "sûcê şer" bi nav kir.

Li aliyekî din çavkaniyekî bijîşkî diyar kir ku di êrişên Îsraîlê de ji berbanga duh (Şemiyê) ve 79 kes hatin kuştin.

Hate diyarkirin ku duh êvarî li Cibalya û Xan Yûnisê  de 21 kes hatin kuştin û hin birîndar bûn.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) jî ragihand "Di êrişa Îsraîlê ya li Cibalya ya bakurê Xezayê ya li ser malekê de 18 kes hatin kuştin û hin din birîndar bûn. Di êrişa li ser kolana Xezaya Kevin jî 2 kes hatin kuştin."

(bb)