Federasyona Rojnamgeriya Erebî binçavkirina Hesen Zaza şermezar kir

Federasyona Navneteweyî ya Rojnamgeriya Erebî binçavkirina nûnerê xwe li Sûriyeyê, rojnamevan Hesen Zaza bi siyaseteke xeternak li hemberî ragihandina azad pênase kir û banga serbestberdana wî kir.

Federasyona Rojnamgeriya Erebî binçavkirina Hesen Zaza şermezar kir
30 hezîran, 2025   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Navneteweyî ya Rojnamgeriya Erebî têkildarî nûnerê xwe yê li Sûriyeyê  û endamê Meclisa Giştî ya Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) rojnamevan Hesen Zaza yê 27’ê Hezîranê li Şamê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hat binçavkirin daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de binçavkirina rojnamevan Hesen Zaza bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin "Binçavkirina wî binpêkirineke mezin a azadiya rojnamegeriyê û mafê derbirînê ye. Di heman demê de binpêkirineke aşkerayî ya pîvanên navneteweyî yên têkildarî ewlehî û azadiya xebata rojnamegeriyê ye."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin " Ji bo serbestberdana hevalê xwe, me ji kêliya binçavkirinê ve pêwendiyên bilez çêkir û bangên fermî kirin, lê belê tevî bangên hevreyên rojnamevanên li Sûriyeyê jî heya niha ev bang nehatin bersivandin. Ev jî fikarên me yên kûr li ser rewşa wî ya tenduristî û piskolojîk çêdike, nemaze ku ew kesek bi temen û pirsgirkên wî yên tenduristiyê hene."

Federasyonê daxuyand ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsê silametiya rojnamevan Hesen Zaza ye û da zanîn ku berdewama binçavkirina wî siyaseteke xeternak li dijî çapemeniya azad e, di heman demê peyamên neyînî ji civaka medyayî ya navneteweyî û herêmî re dişîne.

(bb)