Îsraîlê êrişî 2 kampan kir: 44 kuştî

Artêşa Îsraîlê li Xezayê 2 kamp bombebaran kirin. Hate zanîn ku di bombebranê de 44 kes hatine kuştin.

Îsraîlê êrişî 2 kampan kir: 44 kuştî
19 cotmeh, 2024   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Saziya Parastina Sivîl a Xezayê, artêşa Îsraîlê berbanga îro Kampa Cibalya ya koçberan a li bakurê Xezayê bombebaran kir. Hate zanîn ku di bombebaranê de 21 jê jin, 33 kes hatin kuştin û zêdetirî 70 kes birîndar bûn.

Hate ragihand ku artêşê Kampa Mexazî ya li naverasta Xezayê jî kir hedef û di encamê de 11 kes hatin kuştin.

(bb)