Îsraîlê êrişên xwe li Sûriyeyê berfireh kirin… li ser sînorê Lubnanê pevçûn

Îsraîl êrişên xwe yên hewayî yên li Sûriyeyê berfirehtir bûn, li ser sînorê Sûriye û Lubnanê pevçûn dijwar bûn û Hemas jî li ser hemû vebijêrkan difikire.

Îsraîlê êrişên xwe li Sûriyeyê berfireh kirin… li ser sînorê Lubnanê pevçûn
19 adar, 2025   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî vê sibê bal kişand ser geşedanên li herêmê; berfirehbûna êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê û aloziyên li ser sînorê Sûriyeye û Lubnanê.

‘ÊRIŞEKE BERFIREH LI SER DERAYÊ... ÎSRAÎL XETA XWE YA SOR DIPARÊZE’

Rojnameya Al Nahar ragihand ku parêzgeha Derayê di êvara salvegera şoreşa Sûriyeyê de rastî êrişa herî mezin a Îsraîlê hat.

Rojnameyê amaje bi wê yekê jî kir ku di dema êrişên Îsraîlê de, artêşa Sûriyeyê bi şer û pevçûnên li ser sînor ên li dijî komên çekdar ên li nav xaka Lubnanê mijûl bû ku di encamê de rêkeftinek di navbera wezaretên berevaniyê yên her du welatan de ji bo kêmkirina aloziyê pêk hat.

‘GIRTINA KUNA MARAN A LI SER SÎNORÊ SÛRIYE Û LUBNANÊ’

Rojnameya Okaz bal kişand ser geşedanên li ser sînorê Sûriyeyê û Lubnanê û diyar kir ku ev herêm bûye "xaleke sist" û aramiya Sûriyeyê û tevahiya herêmê tehdît dike. Li gorî rojnameyê, çalakiyên neqanûnî yên Hizbullahê û milîsên girêdayî wê li ser vê xeta sînorî, rewşa ewlehiyê aloztir kiriye û bûye sedema berfirehbûna torên qaçaxçîtiyê, bi taybetî ya madeyên hişbir û çekan ku herêm bûye penagehek ji bo tawanan.

‘PIŞTÎ DESTPÊKIRINA ŞERÊ XEZAYÊ VEBIJÊRKÊN LEŞKERÎ YÊN HEMASÊ ÇI NE?’

El Şerq El Ewset vebijêrkên Hemasê yên li ser ji nû ve destpêkirina operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Xezayê gotûbêj kirin. Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyên nav tevgerê ragihand ku serkirdayetiya wê hemû vebijêrkan dinirxîne; lêgerîna rêyeke siyasî ji bo ku xwe ji operasyoneke berfirehtir dûr bixe. Di heman demê de derfetê dide baskê xwe yê leşkerî Lîwayên Îzzeddîn El Qassam ku bersiva êrişên hewayî yên Îsraîlê bide.

Rojnameyê diyar kir ku êrişên vê dawiyê yên Îsraîlê kesayetên navdar ên hikumeta xwecih a li Xezayê kirin hedef; Îsam El Dalîs ê serokê Komîteya Şopandina Hikumetê û endamê Buroya Siyasî ya Hamasê ku di encama êrişê de hate kuştin.

(k)