Îsraîlê êriş bir ser gundewarê Şamê

Hat ragihandin Îsraîlê êriş biriye ser gelek deverên li gundewarê Şamê û di encama êrişan de kuştî çêbûne.

Îsraîlê êriş bir ser gundewarê Şamê
22 mijdar, 2023   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku vê berbangê li gundewarê paytexta Sûriyeyê Şamê ji ber êrişên hewayî yên Îsraîlê dengên teqînan hatiye.

Li gorî SOHR`ê, êriş li dijî noqte û depoyên girêdayî komên ku tê gotin ser bi Îranê ve ne yên li herêma navbera Miedamiyet El Qelemon û El Qitêfa yên li gundewarê Şamê pêk hatine. Hat destnîşankirin ku pergala parastina hewayî ya hikumeta Şamê hewl daye bersiva êrişan bide û piştî êrişan dengên teqînên bi hêz hatiye bihîstin.

SOHR`ê da zanîn ku di êrişan de kuştî çêbûne û bal kişand ku li wê herêmê gelek baregehên leşkerî û depoyên çekan ên girêdayî Hizbullah a Lubnanê hene.

Gelek ajans û rojnameyên girêdayî hikumeta Şamê jî ev agahî piştrast kirin.

(c)