Şehîdên jin bi sînevîzyonekê hatin bibîranîn

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi boneya 25`ê Mijdarê li navenda Warê Ciwanan a bajarê Qamişlo bi sînevzyonekê şehîdên jin ên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr anîn.

Şehîdên jin bi sînevîzyonekê hatin bibîranîn
Şehîdên jin bi sînevîzyonekê hatin bibîranîn
Şehîdên jin bi sînevîzyonekê hatin bibîranîn
Şehîdên jin bi sînevîzyonekê hatin bibîranîn
Şehîdên jin bi sînevîzyonekê hatin bibîranîn
Şehîdên jin bi sînevîzyonekê hatin bibîranîn
22 mijdar, 2023   13:10
QAMIŞLO

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya 25`ê Mijdarê (Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê” de ku îsal bi dirûşmeya “Li dijî tevahî cûreyên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî” tên lidiarxistin, Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li navenda Warê Ciwanan a li Qamişloyê der barê şehîdên jin de sînevîzyonek da temaşekirin.

Endamên Kongra Star, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Rêveberiya Dibistanan û rêxistinên jinan di çalakiyê de amade bûn. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Welîda Hesen axivî û bi minasebeta 25`ê Mijdarê şehîdên jin ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengtî kirin, bi bîr bînin.

Di sînevîzyonê de de behsa jiyan û tekoşîna pêşengên jin ên ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê û çeteyên DAIŞ`ê di dîrokên cuda de şehîd bibûn, hat kirin. Di nava şehîdên behsa wan hatî kirin de bal li ser têkoşîna Sekretera Giştî ya berê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, fermandara Yekîneyên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, Hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, Cîgira Hevserokatiya Meclisê Leyman Şiwêş, Hevseroka Meclisa bajarokê Til El Şayir Seada El Hirmas û Cîgira wê Hind El Xidêr jî hat kişandin.

(sb)

ANHA