Balafirên Tirkiyeyê zozanên Sîdekanê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagiker zozanên bajaroka Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Balafirên Tirkiyeyê zozanên Sîdekanê bombebaran kirin
22 mijdar, 2023   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj Newsê`ê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên ji Sîdekanê ragihand ku vê sibehê dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer zozanên Bolê û Bê Ciwanî yên girêdayî Sîdekanê bombebaran kirine.

Der barê ziyanên canî û madî de ti agahiyek nehatin parvekirin.

Ji hefteya borî ve dewleta Tirk a dagirker çar caran deverên cûda yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kiriye.